Husên: Divê Hevpeymaniya Navdewletî ji bo veguhestina 500 malbatên Iraqî yên li Kampa Holê alîkar be
PeyamaKurd – Wezîrê Karên Derve yê Iraqê Fuad Husên di derbarê vegerandina 500 malbatên Iraqî yên li Kampa Holê de axivî û diyar kir, divê Hevpeymaniya Navdewletî ji bo veguhestina wan alîkar be.
Wezareta Karên Derve ya Iraqê daxuyaniyek da û eşkere kir, Wezîrê Karên Derve yê Iraqê Fuad Husên li bajarê Marakeşê yê Mexrîbê (Fas) beşdarî civîna wezîrên welatên endamên Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê bû.
Hat zanîn Fuad Husên di civînê de pesnê hewlên Amerîka, Ewropa, Interpol, Komkara Erebî û Neteweyên Yekbûyî yên li hember terorê da.
Herwiha Husên di axaftina xwe de amaje bi girîngiya bidawîanîna kêşeya mirovî ya li Kampa Holê kir û got: “Divê Hevpeymaniya Navdewletî di veguhestina wan 500 malbatên Iraqî de ku li Kampa Holê dijîn, alîkar be.”
Herî dawî Wezîrê Karên Derve yê Iraqê ji welatan daxwaz kir, rêkeftinên navdewletî yên derbarê Iraqê de û pabendbûna xwe ya têkoşîna li dijî terorê, cîbicî bikin ku avakirina cihên wêrankirî û cîbicîkirina sozên Kongreya Kuweytê ne.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin