Hevpeymaniya Navdewletî li Riyadê civiya: 'Divê em nehêlin DAIS car din derkeve holê!'
PeyamaKurd – Hevpeymaniya Navdewletî ya Dijî DAIŞê, îro 8ê Hezîrana 2023yan li paytexta Erebistana Siûdî Riyadê civiya,
Hat ragihandin ku 85 dewletên endamên hevpeymaniyê bi nûnerên xwe yên payebilind ên ligel wezîrên derve beşdarî civînê dibin û metirsiya DAIŞê û rewşa têkoşîna dijî rêxistina terorîst di civînê de hatiye gotûbêjkirin.
Wezîrê Derve yê Amerîkayê Antony Blinken di axaftina xwe ya civînê de got ku hîn jî metirsiya DAIŞê dewam dike û destnîşan kir, "Divê em bala xwe bidin ser û nehêlin careke din DAIŞ derkeve holê."
DAIŞê sala 2014an herêmên berfireh ji Sûriye û Iraqê kontrol kiribûn û têkçûna DAIŞê ya yekemîn li Iraqê di 2017an de û li Sûriyeyê jî di 2019an de hatibû ragihandin.
Piştî ku DAIŞê herêmên di bin kontrola xwe de ji dest dan, Hevpeymaniya Navdewletî Gulana 2022yan dabû xuyakirin ku gefên rêxistina DAIŞê didomin û ew ê şerê li dijî wê li Sûriye û Iraqê dewam bikin.
Hêjayî bibîrxistinê ye, endamên şaneyên DAIŞê hê jî li Sûriye û Iraqê êrîşan dikin ku ev rewş ji aliyê fikrî û çandî ve wekî xetereyeke mezin li dijî gelek civakan çêdike.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin