Civîna Hevpeymaniya Navdewletî ya Dijî DAISê li Fasê birêve diçe: Divê têkosîn bê xurtkirin!

11 May 2022 19:05 0 dîtin
Civîna Hevpeymaniya Navdewletî ya Dijî DAISê li Fasê birêve diçe: Divê têkosîn bê xurtkirin!

PeyamaKurd – Civîna Hevpeymaniya Navdewletî ya Dijî DAIŞê ku Amerîka pêşengiya wê dike, bi beşdariya Wezîrên Derve yên 76 welatan û nûnerên saziyên navdewletî îro 11ê Gulanê li bajarê Marakeş ê Fasê dest pê kir.

Di vekirina civîna Hevpeymaniya Navdewletî de, Wezîrê Derve yê Fasê (Mexrîb) Nasir Burîta, hişyarî da ku terora DAIŞê dîsa zêde bûye û pêwîste têkoşîna dijî wê bê xurtkirin.

Burîta da zanîn ku di sala 2021ê de li Afrîkayê ji sedî 48ê mirinan ji ber êrîşên terorî bûye û ji terora DAIŞê jî herî zêde welatên Afrîkayê ziyan dîtine.

Nûnera Amerîka ya Karûbarên Siyasî di Wezareta Derve de Victoria Nuland jî bal kişand ser ku welatê wê li Afrîka û Asyaya Navîn li dijî DAIŞê piştevaniya gelek welatan dike û bibîr xist ku li Iraq û Sûriyê 10 hezar terorîstên şervan ên girtî li benda vegerandina welatên wan in.

Hêjayî bibîrxistinê ye, Hevpeymaniya Navdewletî ya Dijî DAIŞê sala 2014an bi Pêşengiya Amerîkayê û bi beşdariya 85 welat û saziyên navdewletî hatiye damezrandin ku civîna li Fasê jî bi vexwendina Wezîrê Derve yê Amerîka Antony Blinken û hemkarê wî yê Fasê Nasir Burîta tê lidarxistin.