Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAISê îro civînekê pêk tîne

28 June 2021 11:09 0 dîtin
Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAISê îro civînekê pêk tîne

PeyamaKurd – Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê, îro li Romayê dicive û di civînê de metirsiyên ji nû ve derketina DAIŞê û pirsa terorê gotûbêj dike.

Di civînê de Wezîrên Karên Derve yên 83 welatên endamên hevpeymaniyê beşdar dibin û gefên DAIŞê li Iraq û Sûriyê gotûbêj dikin.

Wezîrên Karên Derve yên Amerîka û Îtalya, Antony Blinken û Luigi Di Maio serokatiya civînê dikin.

Cudahiya civîna vê carê ya Hevpeymaniyê, beşdariya zêdetir ji 25 welatên Afrîqiya ye ku li ser daxwaza Amerîka ji bo civînê hatine vexwendin û zêdebûna metirsiya DAIŞê li Afrîqiyê gotûbêj dikin.

Civîna Roma taybet e bi gefên DAIŞê û yekemîn civîn e di serdema Joe Biden de, ku weke taqîkirineke zehmet li pêşya wî tê danîn.

Tê çaverêkirin di wê civînê de stratejiya Amerîka ji bo Sûriyê were diyarkirin.