Hêza hevpeymaniya navdewletî ya li dijî DAISê rastî êrîsekê hat
PeyamaKurd – Li parêzgeha Babîlê ya Iraqê, karwaneke hêza hevpeymaniya navdewletî ya li dijî DAIŞê, do êvarî hat armanckirin.
Li gor medyaya Iraqê, hêzên hevpeymaniyê di dema veguhestina kelûpelan de hatiye armanckirin û mayinek li ser rêya hevpeymaniyê teqiyaye.
Herwiha hatiye eşkerekirin, zerareke canî çênebûye û tenê zerar gihaye barhilgireke hevpeymaniyê.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin