Hevpeymaniya Navdewletî ya li Dijî DAISê amarên operasyonên sala 2022an eskere kir
PeyamaKurd – Berdevka Hevpeymaniya Navdewletî ya li Dijî DAIŞê Rachel Jeffcoat îro Şemiyê bi daxuyaniyekê diyar kir, di operasyonên sala 2022an de zêdetirî 600 endamên DAIŞê hatine kuştin û 374 kesên din jî hatine girtin.
Rachel Jeffcoat ji rojnamevanan re da zanîn: “Hevkarên me li Iraq û Sûriyê pabendiyeke mezin ji bo têkbirina DAIŞê nîşan dan û operasyonên xwe zêde kirin.” Di heman demê de hişyarî da ku DAIŞ ji her derfetekê sûd werdigire, da ku tevgerên xwe berdewam bike.
Fermandehiya Navendî ya Amerîkayê (Centcom) do 29ê Berfanbara 2022an, amarên giştî yên operasyonên îsal li Iraq û Sûriyê belav kirin.
Centcomê destnîşan kir, di sala 2022an de li Iraq û Sûriyê 313 operasyonên hevbeş li dijî DAIŞê pêk anîne, ew jî wiha ne:
Di 191 operasyonên hevbeş de, li Iraqê 159 endamên DAIŞê hatin girtin û 220 kesên din jî hatin kuştin.
Herwiha hat ragihandin, 108 operasyonên hevbeş ligel Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) û 14 operasyonên tekalî ji aliyê hêzên Hevpeymanan ve li Sûriyê hatin encamdan, di encamê de 215 endamên DAIŞê hatin girtin û 466 kesên din hatin kuştin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin