Macron: "Divê hêzên Amerîka û Fransayê li Sûriyê bimînin"
PeyamaKurd - Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron, ragihand ku divê hêzên eskerî yên welatên Rojava wek Amerîka û Fransayê ji Sûriyê venekişin û rê li ber belavbûna tesîra Îranê bigirin.
Macron di dîdara xwe ya digel Foks Newsa Amerîkayê de li ser rewşa Sûriyê û mayîna eskerî ya koalîsyonê axivî.
Serokkomarê Fransayê li ser mewcûdiyeta Eskerî ya van welatan wiha got:
"Divê em li Sûriyê bimînin. Ji bo em Sûriyeyeke nû ava bikin û ji vê yekê jî piştrast bibin divê hêzên me li wir bimînin. Ji bo vê jî divê em û Amerîkayê di peywendiyeke berdewam de bin."
Macron got eger hêzên wan vekişin dê tesîra Îranê li Sûriyê zêdetir bibe.
Di berdewamiya axaftina xwe de jî got ewê di seredana xwe ya Amerîkayê de ji kongreyê daxwaz bike ku mayîna eskerên li Sûriyê heta demeke din dirêj bike.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin