Serokê Fransayê Macron: Divê Ewropa sînorên xwe bastir biparêze
PeyamaKurd – Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron diyar kir, divê Ewropa sînorên xwe baştir biparêze.
Macron di daxuyaniya xwe ya ji bo çapemeniyê ya li gundê Semur-en-Auxois ku çûbû ziyaretê da derbarê rewşa Girava Lampedusa ya Îtalyayê ya ku di van rojên dawîn da li Behra Spî rastî pêleke koçberan hat.
Macron da zanîn, pirsgirêka koçberiyê bandorê li hemû Ewropiyan dike û divê di rewşên wiha de nêzîkatiya mirovahî bê kirin û got, mirov ji bo jiyana xwe ji dest bidin, bi derbasbûna Behra Spî tên welatên Ewropayê.
Macron bal kişand ku erka hemû Yekîtiya Ewropayê (YE) ye ku li kêleka Îtalyayê bisekine û got, "Divê Ewropa sînorên xwe baştir biparêze."
Macron diyar kir, Wezîrê Karên Hundir ê Fransayê Gerald Darmanin bi Wezîrê Karên Hundir ê Îtalyayê Matteo Piantedosî re li ser rewşa Girava Lampedûsa axivî û diyar kir, hikûmetên Fransa û Îtalyayê li ser vê mijarê lêkolînê dikin û wê biryaran bidin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin