Pistî Macron bû serokê Fransayê, êlekzer car din daketin kolanan
PeyamaKurd – Piştî Emmanuel Macron serokê Fransayê hat hilbijartin, car din êlekzer daketin kolanan û dest bi xwepêşandanan kirin. Heya niha deng ji êlekzeran dernediket lê piştî Macron hat hilbijartin dest bi tevgerên xwe kirin. Îro jî êlekzer li Parîsê li gara trênê ya bi navê Gare du Nord ê ji bo li hember Macron bimeşin dest bi meşê kirin.
Xwepêşandêr li hemberê Macron sloganan avêtin û Macron protesto kirin. Polîs tedbîrên xwe dîtin û heya meydana Bastille meşvanan şopandin û li wê derê meşê bi dawî anîn.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin