Serokwezîr Barzanî û Serokê Fransayê Emmanuel Macron civiyan
PeyamaKurd - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî duh 15ê Sibatê gihîştibû paytexta Fransa Parîsê û îro Pêncşemê jî li Koşka Elysee ji aliyê Serokê Fransayê Emmanuel Macron ve hat pêşwazîkirin.
Hevdîtina Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û Serokomarê Fransa Emmanuel Macron danê êvarê dest pê kir ku biryara Mesrûr Barzanî bi berpirsên din ên pilebilind re jî bicive û pêwendiyên Herêma Kurdistanê û Fransa di hemû waran de gotûbêj bikin.
Berpirsê Fermangeha Pêwendiyên Derve ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê Safîn Dzeyî ragihand, Mesrûr Barzanî bi Serokê Fransa Emmanuel Macron re dicive û pêwendiyên Herêma Kurdistanê û Fransa, rewşa ewlehî û aborî û pêwendiyên Hewlêr û Bexdayê gotûbêj dikin.
Hat diyarkirin ku pêwendiyên Kurdistan û Fransa yên dîrokî hene ku di dema desthilatdariya çendîn serokên Fransayê de û di qonaxên cuda de hatine pêşxistin. Di şerê li dijî DAIŞê de jî, Fransa di çarçoveya Hevpeymaniya Navdewletî ya ji bo têkbirina DAIŞê de, piştevaneke bihêz a Pêşmerge û Herêma Kurdistanê bû

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin