Serokwezîr Barzanî bi Serokê Encûmena Pîran a Fransayê re civiya

01 October 2022 16:06 0 dîtin
Serokwezîr Barzanî bi Serokê Encûmena Pîran a Fransayê re civiya

PeyamaKurd – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro 1ê Cotmeha 2022an bi Serokê Komîteya Pêwendiyên Karên Derve, Berevanî û Hêzên Çekdar a Encûmena Pîran a Fransayê Senator Christian Cambon re civiya.

Li gor zanyariyan, di hevdîtinê de guhertin û pêşhatên dawî, rewşa giştî ya Iraq û herêmê û pêşxistina pêwendiyên Herêma Kurdistanê û Fransayê hatin gotûbêjkirin.

Serokê Komîteya Pêwendiyên Karên Derve, Berevanî û Hêzên Çekdar a Encûmena Pîran a Fransayê xweşhaliya xwe di dubare serdankirina Herêma Kurdistanê nîşan da û amaje bi wê da, her carê serdana Hewlêr û Herêma Kurdistanê de, avedanî û pêşketinên berçav dibîne. Amadehiya welatê xwe ji bo pêşxistina pêwendiyên di hemû waran de, bi taybet hevahengiya ewlehî û berevaniyê ligel Herêma Kurdistanê nîşan da. Herwiha Medalyaya Rêzgirtinê ya Encûmena Pîran a Fransayê pêşkêşî Serokwezîrê Herêma Kurdistanê kir.

Di berdewamiyê de Serokwezîrê Herêma Kurdistanê spasiya hikûmet û gelê Fransayê kir ku di rojên dijwar de piştevaniya gelê Kurdistanê kirin, daxwaza Herêma Kurdistanê jî ji bo pêşxistina zêdetir a pêwendiyan ligel Fransayê jî dubare kir.

Herwiha hat ragihandin ku çaksaziyên Kabîneya Nehem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê, giringiya çareserkirina pirsgirêkên Herêm û Hikûmeta Federal û parastin û rêzgirtina li mafên destûrî yên gelê Kurdistanê, mijarên din ên civînê bûn ku Balyozê Giştî yê Fransayê li Herêma Kurdistanê Olivier Decottignies amade bû.