Kurdistan | Serok Barzanî pêswaziya Serokê Fransayê Emmanuel Macron kir

29 August 2021 20:52 0 dîtin
Kurdistan | Serok Barzanî pêswaziya Serokê Fransayê Emmanuel Macron kir

PeyamaKurd - Serokê Fransayê Emmanuel Macron piştî civîna ligel her sê serokatiyên Herêma Kurdistanê, serdana Serok Mesûd Barzanî kir.

Serokê Fransayê Emmanuel Macron ji aliyê Serok Barzanî ve hat pêşwazîkirin.

Beriya niha civîna serokatiyên Herêma Kurdistanê ligel Serokê Fransayê Emmanuel Macron bi dawî bû û Macron bi awayekî taybet serdana Serok Barzanî kir, bi mebesta nîşandana rêz û pêzanînên xwe ji bo rola Serok Barzanî weke serokekî dîrokî yê gelê Kurdistanê û nîşandan rêz ji bo hêzên Pêşmergeyê Kurdistanê.

Piştî hevdîtina Serok Barzanî û Macron hat ragihandin, di civîna bi amadehiya Wezîrê Derve yê Fransa û Balyozê Fransa li Iraqê û Konsolê Fransa li Hewlêr û hejmarek şêwirmendên siyasî û serbaz^s yên Hikûmeta Fransayê pêk hatibû de, Serok Barzanî ji bilî bixêrhatina germ ya Serok Macron spasî gel û welatê Fransayê kir ku di têkşikandina DAIŞê de palpiştê gelê Kurdistanê û Pêşmerge bûn û ewe bi dîrokeke hevbeşiya şerefmendane ya di navbera her du gelan de da zanîn.

Serok Barzanî ew e jî xisterû ku gelê Kurdistanê xwediyê çanda pêkvejiyane û Da'îş nekarî wê çandê ji gelê Kurdistanê bistîne û nekarî li nav civaka Kurdistanê da ji bo xwe pêgehek dirust bike. Serok Barzanî spasî hewlên Serok Macron ya ji bo yarmetîdana Iraqê kir û ragihand ku ev hewl cihê geşbîniyêne.

Di vê hevdîtinê de Serok Macron ragihand ku "Min xwest Serok Barzanî bibînim ji bo dûpatkirina rêz û dostayetiya di navbera du gelan û berdewambûna pêgiriya Fransa bi şerê terorîstên DAIŞê". Eve jî xisterû ku Pêşmerge bi wêrekane şer kir û bû bi çavkaniya îlhamê û eve bi xwe waneyeke ku yarmetîdana biyanî bi bêyî hebûna cengawerên bi wêrek yên li ser erdê ser nakevê. Her di derbarê gefên terorîstan Serok Barzanî eve jî bi Serokê Fransa ragihand ku gefa terorê hê jî maye ji ber ku ew sedemên bûne hokara serhildana teror û tundiyê hê jî mane.

Her di vê civînê de peywendiyên Hewlêr û Bexda û giriftên li ber proseya siyasî ya Iraqê û hilbijartinên paşerojê ya Iraqê guftûgo kirin û her du alî hêvî xwestin ku hilbijartinên Iraqê bibê amrazeke baş ya dirustbûna guhertin û pêşveçûn û pêkanîna xwest û îradeya welatiyan.

Rewşa Şingal û Rojavayê Kurdistanê mijareke din a vê hevdîtinê bû û Serok Barzanî dilgiraniyên xwe yên li ser paşeroja Kurd li Sûriye bi Serok Macron gihand.

Piştî temambûna wê civînê Serok Barzanî peykerê Pêşmergeyê wekî hêmaya berxwedana gelê Kurdistanê li beranber terorê pêşkêşî Serok Macron kir û Serokê Fransa jî diyariyeke taybetî ku hêmaya Komara Fransaye pêşkêşî Serok Barzanî kir.

Paşê Serok Barzanî li gel Serok Macron hevdîtina malbata Şehîd Hucam Surçî û polek Pêşmergeyên jin yên hêzên Zêrevaniya Herêma Kurdistanê kirin.