Macron bi Almanî peyivî: Divê Ewropa li diji kaosê bihêztir be
PeyamaKurd - Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron wek vexwendiyê merasima bîranînê ya 'kesên ku di 1. Şerê Cîhanê de jiyana xwe ji dest dane' ya li Meclisa Federal a Almanyayê bi Almanî peyivî.
Macron di axaftina xwe de got: "Erka Ewropa û bi taybetî Almanya û Fransayê ew e ku nehêlin cîhan ber bi kaosê ve bê vekişîn. Ji bo di siberoja cîhane de xwedî gotin be divê Ewropa bêtir bihêz û serbixwe be."
Macron peyama ku "Divê Ewropa, di warê parastin û ewlehiya xwe de bêtir berpirsyariyê bigire ser milên xwe" da û got: "Pêwîstî bi serweriyeke mezin a Ewropayê heye."
Macron got: "Ev tekoşîn bi ser neket." û bang li Almanyayê kir ku li dijî serdemeke nû ya nîjadperestiyê ya li Ewropayê, berxwedêriyeke xurttir bike.
Macron amaje bi wê yekê kir ku divê welatên Ewropî bi hev re li dijî guherîna îqlîmê, nakokiyên bazirganî û pirsgirêkên din têbikoşin û got: "Ji bo vê tekoşînê em deyndarê Ewropayê ne."
Macron anî ziman ku Almanya li dijî "cinên xwînmij ên netewperestiyê" bi ser ketiye û got: "Ji ber ku Fransa di vê vejînê de rol wergirtiye ez serbilind im."

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin