Macron: Divê welatên Ewropa li ser vegerandina penaberan li hev bikin

28 June 2024 15:57 0 dîtin
Macron: Divê welatên Ewropa li ser vegerandina penaberan li hev bikin

PeyamaKurd - Serokkomarê Fransa Emmanuel Macron bang li serkirdeyên Yekîtiya Ewropayê (YE) kir û got: "Divê li ser dersînorkirina penaberan ew hevnêrîn bin.

Macron di Lûtkeya Serkirdeyên YEyê ya li Bruksela paytexta Belçîkayê pirsên rojnamegeran ên di derbarê mijarên ku di lûtkeyê de hatine gotûbêjkirin bersivand.

Emmanuel Macron li ser mijara penaberan bersiv da pirsên Rûdawê û amaje bi wê yekê kir ku divê di derbarê mijara koçber û penaberan de danûstandinên pêwîst bêne kirin.

Macaron ji welatên Ewrûpayê xwest ku pêwîste li ser mijara koçberiyê hevnerîn bin û biryarên nû bidin û wiha dom kir:

“Em ê li ser vê mijarê danûstandinên guncav bikin û biryarekê bidin. Divê em li ser du mijaran li hev bikin û gotûbêjên stratejîk li serê bikin. Yek ji wan mijaran Peymana Kesk e û ya din jî mijara penaberan e.“