Ji Netanyahu ji bo Macron: Divê ji xwe serm bike!

06 October 2024 19:27 0 dîtin
Ji Netanyahu ji bo Macron: Divê ji xwe serm bike!

PeyamaKurd – Serokwezîrê Îsraîlê Binyamîn Netanyahu bertekeke tund nîşanî banga Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron da  ku gotibû divê şandina çekan a ji bo Îsraîlê raweste.

Netanyahu di daxuyaniya xwe ya dawî de Macron hedef girt û got, “Macron û lîderên din ên rojavayî li dijî Îsraîlê banga ambargoya çekan dikin, divê ji xwe şerm bikin.”

Li ser pirsa bê ka “Gelo Îran şandina çekan ji bo hemû wekîlên xwe, tevî Hizbullah, Hûsî û Hamasê disekinîne?” Netanyahu got: “Helbet na, ‘hevgirên xerabiyê’ hê bi hev re ne.”

Her weha diyar kir, “Ji dêvla ku ew welat li dijî ‘hevgirên xerabiyê’ derkevin, bang dikin ku divê şandina çekan a ji bo Îsraîlê raweste”

Netanyahû,  ji bo vê rewşê got: “Şerm e”  û bal kişand ser wê yekê ku Îsraîl bi piştgiriyê yan jî bêyî piştgiriyê dê di dawiyê de bi ser bikeve û anî zimên, “Lê belê ev şerm piştî bidawîbûna şer jî dê bi salan berdewam bike.”