Macron: Tirkiye çekdarên DAISê bikar tîne, divê xwe zelal bike
PeyamaKurd – Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron, li Lutkeya NATO ya paytexta Brîtanya Londonê bi Serokê Amerîka Donald Trump re civiya.
Macron li ser daxuyaniyên Trump ên derbarê şîroveya wî ya ‘Mirina mêjî ya NATOyê’ got, “Dibe ku daxuyaniyên min rastî bertekan hatibin, lê ez li pişt wan daxuyaniyên xwe me.”
Trump îro piştî hevdîtina ligel Sekreterê Giştî yê NATOyê Jens Stoltenberg, Macron bi bêrêzî û sivikatiya li NATOyê dike tohmetbar kiribû.
Macron bal kişand ser ku Tirkiye di êrîşên xwe de çekdarên DAIŞê li dijî Kurdan bikar tîne û wiha got, "Dema ku ez li Tirkiyê dinêrim li dijî hevpeymanên ku bi me re li dijî DAÎŞ ê şer dikirin re şer dike û bi kesên ku têkiliya wan bi DAÎŞ ê re heye kar dike. Ev bi rastî jî mijareke stratejîk e. Divê ji bo pêkanîna aştiyeke domdar em bizanin bê dijminên me kî ye? Divê em vê bi zelalî raxin pêş çavan. Pêwîste bi awayekî bandortir têkoşîna terorê em bidin."
Macron li ser kirîna sîstemên parastina esmanî S-400ên rûsî ji aliyê Tirkiyê ve jî da zanîn, “Pêdivî ye ku ji hêla Tirkiyê ve zelalbûnek were kirin. Çawa hûn hem endama NATOyê ne hem jî ji Rûsyayê S-400an dikirin? Ji aliyê teknîkî ve ev ne mimkun e. Ji Serokomarê Tirkiyê zelalbûnekê rica dikim.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin