Trump: Nabe Tirkiye û Kurd rê bidin ku çekdarên DAISê ji zîndanan birevin

14 October 2019 12:33 0 dîtin
Trump: Nabe Tirkiye û Kurd rê bidin ku çekdarên DAISê ji zîndanan birevin

PeyamaKurd - Serokê Amerîkayê Donald Trump radigihîne, nabe Tirkiye û Kurd rê bidin çekdarên DAIŞê ji zîndanan birevin.

Serokê Amerîkayê Donald Trump li ser hesabê xwe yê Twîtterê ragihand, pêwîst bû welatên Ewropî çekdarên DAIŞê yên biyanî vegerandina welatên xwe û niha jî dem ne dereng e ji bo wî karî bikin.

Trump amaje bi wê kir, nabe Tirkiye û Kurd rê bidin ku çekdarên DAIŞê ji zîndanan birevin. Tekez kir jî, Amerîka rê nade çekdarên DAIŞê careke din derkevin.

Ev daxuyaniya Trump piştî wê yekê tê, duhî Rêveberiya Xweser ragihandibû, bi sedema êrîşên Tirkiyê zêdetir ji 750 malbatên çekdarên DAIŞê ji kampa Eyn Îsayê reviyabûn.