Trump: Têkiliyên me û Kurdan pir bas in, Tirkiye berpirsiyarên xwe bicih tîne

14 November 2019 10:36 0 dîtin
Trump: Têkiliyên me û Kurdan pir bas in, Tirkiye berpirsiyarên xwe bicih tîne

PeyamaKurd - Serokê Amerîkayê Donald Trump û Serokomarê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan li Koşka Spî civîneke rojnamevanî li dar xistin.

Serokê Amerîkayê di civînê de diyar kir ku wan civîneke gelek berhemdar encam dan û got ku Tirkiye hevalbendeke stratejîk a Tirkiyê ye.

Trump di civîna rojnamevanî de bal kişand ser agirbest û rêkeftina ligel Tirkiyê ya meha borî bo êrîşên ser Rojavayê Kurdistanê û got, “Min meha borî Pence û Pompeo şandibûn. Xebatên bo bidawîkirina pevçûnên li Sûrîyê bi ser ketin û em dibînin ku agirbest didome.”

Trump got ku Erdogan ji wî re gotiye ku Tirkiye dê berpirsyariyên xwe bicih bîne (Rojava) û derbarê agirbestê de ragihand, “agirbest tevlîhev e lê em bi awayekî bilez pêş ve diçin.”

Serokê Amerîkayê derbarê operasyona kuştina Ebûbekîr Bexdadî de jî got, “Tirkiye bû alîkar. Em spasiya wan dikin. Ew jî weke me şerê terorê dikin.”

Li ser mijara S-400an jî Trump diyar kir ku hevdîtinên wan ên ligel Tirkiyê berdewam in û hêviyên xwe derbirîn bo çareserkirina wê mijarê.

Turmp da zanîn ku ew li ser kar dikin rêjeya bazirganiya di navbera herdu welatan de bilind bikin heta 100 milyar dolaran.

Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan jî diyar kir ku wan hevdîtînên berfireh û serkeftî pêk anîne û got ku ew dê peywendî û hevkariya xwe ligel Amerîkayê kûrtir bikin.

Erdogan got ku wan 2 hezar û 200 çekdarên DAIŞê yên ku ji Sûriyê reviyane girtine û da xuyakirin ku ew û Amerîka ligel hev dikarin “DAIŞê jinav bibin û aramî û seqamgiriyê vegerînin Sûriyê”. Erdogan herwiha got ku 287 endamên DAIŞê jî di vê dema dawîn de ku ji Rojava reviyane girtine.

Erdogan herwiha got ku wan bi wê êrîşa ser Rojava “derbeke giran li PKKê” daye û YPG jî bi binpêkirina agirbestê tohmetbar kir.

Li ser rêkeftina di navbera herdu welatan a derbarê Rojava de, Erdogan got ku ew pabend in bi wê rêkeftinê û diyar kir ku wan “fersendekî girîng” ji bo çareserkirna krîza Sûriyê bi dest xistine.

Erdogan bal kişand ser koçberên Sûriyê yên li Tirkiyê û got ku wan alîkariya pêwîst di vê mijarê de wernegirtiye.

Serokomarê Tirk herwiha got ku wan derbarê Fermandarê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) General Mazlûm Kobanî de jî belge radestî berpirsên Amerîkayê kirine û ew wekî ‘Kurê Ocalan ê manewî’ bi nav kir.