Ji Trump daxuyaniyeke tund: Heger Tirkiye êrîsî Kurdan bike…

14 January 2019 10:35 0 dîtin
Ji Trump daxuyaniyeke tund: Heger Tirkiye êrîsî Kurdan bike…

PeyamaKurd- Serokê Amerîkayê Donald Trump li ser hesabê xwe yê twitterê ragihand ku vekişîna wan a ji Sûriyê dest pê kiriye û got, “Heger Tirkiye li Kurdan bixe, dê ji hêla aborî ve têk biçe.”

Trump wiha got: “Heger Tirkiye li Kurdan bixe, dê ji hêla aborî Tirkiyê têk biçe. Emê herêma ewle (tampon) a 22 milan (32 km) ava bikin. Herwiha naxwazim Kurd jî Tirkiyeyê provake bikin.”

Trump di berdewamê de jî diyar kir, “Li demeke ku ji gelek aliyan ve em li bermayiyên dawî yên DAIŞê didin, em dest vekişîna ji Sûriyê ku ev demeke dirêje em li bendê bûn dikin.  Heger car din xwe bidin ser hev hev, emê dubare êrîş bikin.”