Trump rexna tund li Zelenskiy kir: “Dîktatorê bê hilbijartin”

19 February 2025 21:19 0 dîtin
Trump rexna tund li Zelenskiy kir: “Dîktatorê bê hilbijartin”

PeyamaKurd – Serokê DYAyê Donald Trump, serokê Ûkraynayê Zelenskiy bi tewana ku hilbijartinan paşde xistiye ew sûcdar kir. Trump, Zelenkiy bi navê ‘dîktatorê bê hilbijartin’ bi nav kir. Trump her weha Zelenskiy li ser gotinên ku bertîlan xwariye û sekna wî ya di derbarê YE û NATO de rexne kir.

Trump, di ser hesabê xwe yê medya civakî Truth Social de rexnên xwe kir û ji bo Zelenskiy got ku bi hilbijartinê nehatiye ser desthilatê û diktatore. Trump, li ser alîkariyên ku DYA dişîne Ûkraynayê got ku Zelenskiy ruşwetê dixwe û weha dewam kir:

“Çiqas bilez tevbigere wê ji bo wî baştir be.”

Zelenskiy, berê tevî wexta hilbijartina wî qediyabû jî, gotibû heya endamtiya Ûkraynayê ya NATO û YE yê pêk nê, wê dest ji karê xwe bernede an jî gotinekî weka vêya gotibû. Trump di ser Truth Socialê de weha got:

“Zelenskiy qebûl dike ku perê me jê re şandiye, nîvê pere wendaye. Kirina hilbijartinê red dike. Di raya giştî ya Ûkrayna de dengen Zelenskiy gelek kêm e. Tenê di wexta Biden de Biden wekî alavekî bikartanî. Dîktatorekî  nehilbijartiye, divê Zelenskiy bilez tevbigere an wê welatekî wî tinebe.”

Trump dibêje ku ew şerê diviya destpênekira li ser DYAyê bi 350 milyar dolarî bû mal.