Wê penaberên Kampên Kurdistanê di roja taybet de deng bidin

01 July 2021 21:02 0 dîtin
Wê penaberên Kampên Kurdistanê di roja taybet de deng bidin

PeyamaKurd - Rêveberê Nivîsgeha Komîsyona Hilbijartinên Iraqê li Duhokê Xalid Ebas ragihand ku penaberên Iraqî yên li kampên Herêma Kurdistanê wê di roja dengdana taybet de deng bidin.

Hat eşekerekirin ku wê di hilbijartinên pêşwext ê parlementoya Iraqê de ku 10ê Cotmeha îsal pêk tên, wê beriya hilbijartinê bi 48 saetan karmendên emnî di dengdana taybet de deng bidin.

Rêveberê Nivîsgeha Komîsyona Hilbijartinên Iraqê li Duhokê Xalîd Ebas diyar kiriye, wê panaber jî di roja hilbijartina taybet de deng bidin û wê binkeyên wan ji yên hêzên emnî û serbazî cuda bin.

Xalîd Ebas da zanîn ku niha komisyona wan kar li ser wê yekê dike ku cihên dengdanê bên diyarkirin û eşkere kir, 90 hezar penaber li Duhokê hene ku mafê wan ê dengdanê heye.