Rûsyayê 20 zarokên DAISê ji kampên Rojavayê Kurdistanê wergirt
PeyamaKurd – Hate ragihandin ku Rûsyayê 20 zarokên DAIŞê yên welatiyên xwe ku li kampên li Rojavayê Kurdistanê diman, vegerandin Moskowê.
Berpirsa Ofîsa Ragihandinê ya Komîsera Mafên Zarokan a Rûsyayê Maria Lvova Belova ragihand, 20 zarokên malbatên DAIŞê ku li kampa Holê diman, bo Rûsyayê hatin vegerandin.
Hate diyarkirin, temenê wan zarokan di navbera 5 û 15 salî de ne û hin ji wan li xaka Sûriyeyê ji dayik bûne.
Zarokên ku hatine vegerandin, dê li navendeke Moskowê berî ku bi xizmên xwe re bijîn, di kontrola bijîşkî û rehabîlîtasyona civakî de derbas bibin û di bin çavdêriyê de bin.
Hêjayî gotinê ye, bi hezaran malbatên DAIŞê li kampên Rojavayê Kurdistanê dimînin ku Rêveberiya Xweser bang li civaka navdewletî dike wan ji kampan wergirin û vegerînin welatên xwe.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin