Rojava | 10 zarokên DAISê radestî Rûsyayê hatin kirin

14 April 2022 20:59 0 dîtin
Rojava | 10 zarokên DAISê radestî Rûsyayê hatin kirin

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku 10 zarokên malbatên DAIŞê yên welatiyên Rûsyayê, ji aliyê Rêveberiya Xweser a li Rojavayê Kurdistanê ve radestî şandeke rûsî hatin kirin.

Şandeke rûsî ya ji Seroka Komsîyona Mafên Zarokan a Rûsya Alîna Alexanderova û Cîgirê wê Sergey Îgorveş pêk dihat, li Rojavayê Kurdistanê bi Berdevkê Daîreya Têkiliyên Derve Kemal Akif re hevdîtin kir û piştre jî hat ragihandin ku 10 zarokên welatiyên rûsî yên malbatên DAIŞê radestî wê şandê hatine kirin.

Kemal Akif di hevdîtinê ya ligel şanda Rûsyayê de daye xuyakirin: “Rêveberiya Xweser dê alîkariya Rûsya û tevahî welatên din ji bo vegerandina zarokan li welatên wan bike.”

Piştî hevdîtinê Rêveberiya Xweser 10 zarokên DAIŞê radestî şanda Rûsyayê kir.