Rojava | Rûsyayê 34 zarokên DAISê vegerandin

16 October 2023 18:54 0 dîtin
Rojava | Rûsyayê 34 zarokên DAISê vegerandin

PeyamaKurd -  Seroka Ofîsa Ragihandinê ya Komîseriya Mafên Zarokan a Rûsyayê Maria Lvova Belova, ragihand ku 34 zarokên malbatên DAIŞê yên hemwelatiyên rûsî ku li kampên Rojavayê Kurdistanê diman, bo Moskowê hatine vegerandin.

Di daxuyaniyê de hatiye gotin, şeva 15ê Cotmehê balefireke leşkerî ya Rûsyayê ku ew zarok tê de bûn, li Balafirgeha Çkalovskî ya Moskowayê daketiye.

Hate diyarkirin ku temenê wan zarokan di navbera 4 û 16 salî de ne û hin ji wan li Sûriyê ji dayik bûne.

Rûsyayê meha Tîrmehê ragihandibû ku ew plan dikin 200 zarokan ji kampên Rojavayê Kurdistanê werbigrin.

Hêjayî gotinê ye, bi hezaran malbatên DAIŞê li kampên Rojavayê Kurdistanê dimînin û Rêveberiya Xweser li Rojavayê Kurdistanê, bang li welatên cîhanê dike hemwelatiyên xwe ji kampan werbigirin.