Rûsyayê 19 zarokên rûsî yên malbatên DAISê ji kampên Rojava wergirtin
PeyamaKurd – Hat ragihandin ku doh 26ê Kanûnê Rûsyayê 19 zarokên xwe yên ku li kampên Rojavayê Kurdistanê bûn vegerandin welatê xwe.
Komîsera Mafên Zarokan a Rûsî Anna Kuznetsova ragihand, 19 zarokên rûsî temenê wan di navbera 3 û 15 saliyê de ne, ji kampa Roj û kampa Holê hatin derxistin û bi firokeyeke Wezareta Berevaniyê ya Rûsyayê ji bo Moskoyê hatin vegerandin.
Komîsera Mafên Zarokan a Rûsî diyar kir, piştî pişkinînên bijîşkî yên pêwîst ji wan zarokan were kirin, dê radestî xizmên wan bibin.
Kuznetsova da xuyakirin, belgeyên 96 zarokên din ên rûsî ên niha li kampên penaberan li Sûriyeyê dimînin hene, ew jî di demên bê de ji bo Rûsyayê bêne veguhastin.
Hêjayî gotinê ye, l kampên Rojavayê Kurdistanê û bi taybet li kampa Holê dora 65 hezar penaber hene ku piraniya wan jî malbat û xizmên çekdarên DAIŞê ne, ku rêveberiya Rojava ji welatên cîhanê dixwaze hemwelatiyên xwe werbigirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin