Sanda Rûsî 49 zarokên DAISê ji Rêveberiya Rojava wergirt

12 March 2023 15:05 0 dîtin
Sanda Rûsî 49 zarokên DAISê ji Rêveberiya Rojava wergirt

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku şandeka Rûsyayê serdana Rojavayê Kurdistanê kiriye û 49 zarokên malbatên DAIŞê yên hemwelatiyên rûsî wergirtine.

Şandeke ji hikûmeta Rûsyayê ya bi seroketiya komîsera serokê Rûsyaya Federal a mafên zarokan Maria Lvova-Belova li Qamişlo serdana Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser kir û piştî hevdîtina ligel berpirsên Rojavayê Kurdistanê 49 zarokên DAIŞê yên rûsî wergirt.

Hat diyarkirin ku Rêveberiya Rojava 49 zarokên DAIŞê ku bi xwe rûsî ne li gorî belgeyeke fermî radestî şanda Rûsyayê kir.