Almanyayê hejmarek jin û zarokên DAISê ji Rêveberiya Rojava wergirt

31 March 2022 16:05 0 dîtin
Almanyayê hejmarek jin û zarokên DAISê ji Rêveberiya Rojava wergirt

PeyamaKurd - Wezareta Derve ya Almanyayê ji Rêveberiya Rojavayê Kurdistanê 10 jin û 27 zarokên Almanî malbatên DAIŞê wergirtine û vegerandine Almanyayê.

Hat ragihandin ku şanda Almanî ya ji du dîplomatên Almanî, Kurt Georg Stückel-Stilfried û Manga Kleese pêk hatibû, doh 30yê Adarê serdana Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser kiriye û bi Hevserokê Daîreyê Ebdulkerîm Omer re hevdîtin kiriye.

Wezîra Derve ya Almanyayê Annalena Baerbock da xuyakirin ku wan roja 30 Adarê 27 zarokên Almanî û 10 dayik ji Kampa Roj a li Rojavayê Kurdistanê wergirtine û vegerandine Almanyayê.

Baerbock gotiye, ew kar pir bi zehmetî hatiye kirin û spasiya hemû aliyên alîkar di vê dosyayê de û bi taybet jî Rêveberiya Xweser a li Rojavayê Kurdistanê û Amerîkayê kiriye.

Herwiha Baerbock daye zanîn ku Amerîka û Rêveberiya Xweser alîkariyên lojîstîk ji bo vegera wan jin û zarokên Almanî pêşkêş kirine.

Hêjayî bibîrxistinê ye, heta niha Rêveberiya Xweser 91 zarok û jinên DAIŞî radestî Almanyayê kirine.