Rêveberiya Xweser hejmarek ji jin û zarokên malbatên DAISê yên Swêdî radestî wan kir
PeyamaKurd – Daîreya Têkiliyên Karên Derve ya Rêveberiya Xweser pêşwazî li şandeyeke Swêdî kir û hejmarek ji jin û zarokên malbatên DAIŞê yên Swêdî, radestî wan kir.
Şandeya Swêdê ku ji balyozê Swêdî Frederk Floren û Cîgira wî Kristîn Hidinburg pêk dihat, ji hêla Cîgirê Hevserokatiya Daîreyê Fener Giêt, berpirsa beşa Ewropa li daîreyê Şêwaz Xelîl û hin endamên Desteya Rêveber a daîreyê hate pêşwazîkirin.
Di civînê de rewşa herêmê hate nîqaşkirin û bal hate kişandin li ser êrîşên dawî yên çekdarên DAIŞê li ser Girtîgeha Xiwêran û êrîşên dewleta Tirk ên li ser herêmê.
Fener Giêt îşaret bi girîngiya piştgiriya siyasî û aborî ya herêmên Rêveberiya Xweser kir.
Herwiha şandeya Swêdî jî da zanîn, ew ê piştgiriya xwe ji bo Rêveberiya Xweser dewam bikin.
Di dawiyê de Daîreya Têkiliyan hejmarek ji jin û zarokên malbatên DAIŞê yên welatiyên Swêdê radestî şandeyê kir.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin