Rêveberiya Xweser 32 zarokên DAISiyan radestî Rûsyayê kir

11 March 2024 13:10 0 dîtin
Rêveberiya Xweser 32 zarokên DAISiyan radestî Rûsyayê kir

PeyamaKurd – Hate ragihandin ku Rûsyayê bi hevahengiya li gel Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê, 32 zarokên DAIŞiyên hemwelatiyên Rûsyayê wergirt û wan vegerand Rûsyayê.

Komîsera Mafê Zarokan a Serokê Rûsyayê Maria Lvova-Belovayê ragihand ku Rûsyayê komeke din a "zarokên DAIŞiyên hemwelatiyên Rûsyayê, ji kampên Rojavayê Kurdistanê wergirtine û ew vegerandine Rûsyayê.

Lvova-Belovayê diyar kir ku ew koma zarokên ku hatine wergirtin ji 32 zarokan pêk tê û piştî rehabîlîtekirinê ew ê van zarokan radestî xizmên wan ên li Rûsyayê bikin.

Maria Lvova-Belovayê da zanîn ku xebatên vegerandina zarokan bi alîkariya Rêveberiya Xweser a Rojava pêk hatine.

Li gorî Komîsera Mafên Zarokan Maria Lvova-Belovayê, Rûsyayê bi giştî 546 zarokên malbatên DAIŞê ji Rojavayê Kurdistanê û welatên din ên herêmê vegerandine Rûsyayê.

Li kampên Rojavayê Kurdistanê bi deh hezaran jin û zarokên malbatên DAIŞê yên ji 52 welatan hene û Rêveberiya Xweser bi berdewamî bang li welatan dike ku welatiyên xwe werbigirin.