SOHR: Li Serê Kaniyê 4 emîrên DAISê di nav çekdarên girêdayî Tirkiye de bicih bûne

23 May 2021 12:47 0 dîtin
SOHR: Li Serê Kaniyê 4 emîrên DAISê di nav çekdarên girêdayî Tirkiye de bicih bûne

PeyamaKurd – Çavdêriya Mafên Mirovan li Sûriyê (SOHR) eşkere kir, 4 emîrên rêxistina terorîst DAIŞê li bajarê Serê Kaniyê yê Rojavayê Kurdistanê ne ku ji aliyê Tirkiye ve hatiye dagirkirin.

SOHRê daye xuyakirin ku 4 emîrên DAIŞê yên bi eslê xwe ji Sûriyê yên ji parêzgeha Heleb û Dêrazorê, li Serê Kaniyê cihê xwe di nava komên çekdar ên girêdayî Tirkiyê de girtine ku Tirkiye piştevaniya wan dike.

Bajarên Serê Kaniyê û Girê Spî piştî êrîşên artêşa Tirkiyê û çekdarên girêdayî wê yên 9ê Cotmeha 2019an hatibûn dagirkirin ku ji wê demê ve ew bajar di bin kontrola wan de ne.

Hêjayî gotinê ye, beriya niha jî hin dîmenên xwepêşandanan li Serê Kaniyê li ser medya civakî hatibûn belavkirin ku di wan de ala DAIŞê hatibû hildan.