Hevpeymaniya Navdewletî li Serê Kaniyê serkirdeyekî berê yê El Qaîde û DAISê kust
PeyamaKurd - Serkirdeyekî berê yê El Qaîde û DAIŞê ligel du pasevanên pê re di êrîşeke Hevpeymaniya Navdewletî ya Amerîka pêşengiya wê dike de, li Serê Kaniyê hatin kuştin. Bajarê Serê Kaniyê yê Rojavayê Kurdistanê ji sala 2019an ve ketiye bin kontrola Tirkiye û komên çekdar.
Çavdêriya Mafên Mirovan li Sûriyê (SOHR) ragihand; balafireke bêpîlot a Hevpeymaniya Navdewletî li gundê Edwaniye yê li Serê Kaniyê, Ebû Hemze Şihêl damezirênerê Bereya El Nusra kiriye armanc, di encamê de Ebû Hemze Şihêl ligel du pasevanên xwe hatin kuştin.
Ebû Hemze Şihêl yek ji damezirênerên Bereya El Nusra ye ku rêxistineke ser bi El Qaîde ye û piştre ev serkirde tevlî rêzên rêxistina DAIŞê bûye û piştî dagirkirina Serê Kaniyê ji aliyê Tirkiyê ve tevlî rêzên grûpa bi navê Ehrar El Şerqiye bûbû û bi dehan kes li ser destê wî li wê navçeyê hatine kuştin.
Hêjayî gotinê ye, çend roj berê jî serkirdeyekî El Qaîdê li Sûriyê li herêmeke jêr kontrola Tirkiyê de hatibû kuştin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin