Hevpeymaniya Navdewletî serkirdeyekî DAISê li nêzî sînorê Tirkiyê girt û bir Kobaniyê

17 June 2022 15:03 0 dîtin
Hevpeymaniya Navdewletî serkirdeyekî DAISê li nêzî sînorê Tirkiyê girt û bir Kobaniyê

PeyamaKurd - Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê bi daxuyaniyekê ragihand ku hêzên wan bi operasyoneke taybet, berpirsekî bilind ê DAIŞê li bajarê Cerablûs ê nêzî sînorê Tirkiyê ku di bin kontrola Tirkiye û komên çekdar de ye, girtine û ew veguhestine bajarê Kobanî yê Rojavayê Kurdistanê.

Hevpeymaniya Navdewletî eşkere kir, 16ê Hezîranê 12ê şevê ji Bingeha Xerab Îşk a li Kobaniyê bi hêzeke taybet a ku ji çend helîkopterên Black Hawk û Shinok pêk hatibû, operasyona girtina serkirdeyê DAIŞê yê bi navê Hanî Ehmed El-Kurdî yê li gundê Himêre pêk anîn.

Hat diyarkirin ku piştre hêzên Hevpeymaniya Navdewletî ew serkirde û 3ê kesên din veguhestin Bingeha Xerab Îşk a li bajarê Kobanî yê Rojavayê Kurdistanê.

Li ser mijarê berpirsên Amerîkî ragihandine ku navê wî serkirdeyê DAIŞê Hanî Ehmed El-Kurdî ye û berê jî waliyê DAIŞê yê Reqayê bûye.

Di daxuyaniya hevpeymaniyê de hatiye gotin ku kesê hatiye girtin serkirdeyê DAIŞê ye û pisporê çêkirina bombeyan û birêvebirina operasyonan e ku wan bi operasyoneke serkeftî bêyî ti kesek ji hêzên wan û ji welatiyên sivîl birîndar bibin, ew kes girtine û veguhestine.