Serkirdeyekî DAISê ji aliyê Hêzên Hevpeymaniya Navdewletî hat desteserkirin
PeyamaKurd – Serkirdeyekî DAIŞê li bakurê Sûriyê ji aliyê Hêzên Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê hat desteserkirin.
Hevpeymaniya Navdewletî bi daxuyaniyekê diyar kir, Hêzên Hevpeymaniya Navdewletî îro 16ê Hezîranê serkirdeyekî diyar ê DAIŞê desteser kir û got, ew yek ji serkirdeyên bilind ên DAIŞê bû û bombe çêdikirin.
Herwiha Hevpeymaniya Navdewletî eşkere kir, plana girtina wî serkirdeyê DAIŞê bi hûrî hat danîn û operasyon jî serkeftî bi dawî bû, bêyî ku tu ziyan bigihe xelkê sivîl û hêzên Hevpeymanan û balafirên wê.
Di berdewamiya daxuyaniyê de hat destnîşankirin: “Hevpeymaniya Navdewletî wê bi hevkarên xwe Hêzên Sûriyeya Demokratîk û hêzên ewlekariyê yên Iraqê û Pêşmerge re berdewam be, ji bo dûvçûn û lêgerîna li çekdarên DAIŞê û garentiya jinabirina yekcarî ya DAIŞê.”
Hevpeymaniya Navdewletî navê wî serkirdeyê DAIŞê û cihê operasyon lê pêk hatiye eşkere nekiriye.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin