Hêzên emnî yên Iraqê serkirdeyekî DAISê desteser kirin

10 November 2021 14:28 0 dîtin
Hêzên emnî yên Iraqê serkirdeyekî DAISê desteser kirin

PeyamaKurd – Hêzên emnî yên Iraqê, serkirdeyekî rêkxistina terorîstên DAIŞê desteser kirin.

Odeya Ragihandinê ya Hêzên Emnî yên Iraqê bêyî eşkerekirina navê wî serkirdeyê DAIŞê, diyar kiriye wan terorîstekî DAIŞê desteser kiriye ku ji welatekî cîran hewl dida derbasî nava xaka Iraqê bibe. 

Herwiha Odeya Ragihandina Hêzên Emnî ya Iraqê eşkere kiriye, ew serkirdeyê terorîstên DAIŞÊ yê hatiye desteserkirin, rawêjkarê serbazî yê wîlayeta Neynowa yê DAIŞê bûye û di heman demê jî de berpirsê darayî yê wîlayeta Cizîrê yê DAIŞê bûye.