Xaneqîn | Hêzên ewlehiyê yên Iraqê 4 çekdarên DAISê kustin

27 August 2022 16:01 0 dîtin
Xaneqîn | Hêzên ewlehiyê yên Iraqê 4 çekdarên DAISê kustin

PeyamaKurd – Hêzên ewlehiyê li sînorê nahiyeyeke ser bi qeza Xaneqînê ve 4 çekdarên DAIŞê kuştin.

Li gor Şaneya Ragihandina Ewlehiya Iraqê bi daxuyaniyekê diyar kir, Hêzên ewlehiyê tevgera çekdarên DAIŞê ya li zincîre çiyayê Hemrîn û derdora gola Hemrînê eşkera kirin û ew çekdarên DAIŞê xwestine kamerayên çavdêriyê yên hêzên ewlehiyê têk bidin.

Herwiha hat eşkerekirin, pişt re hêzên ewlehiyê bi ser wan de çûne û ew çekdarên DAIŞê reviyane û hêzên ewlehiyê dane dû wan û ew her çar çekdarên DAIŞê kuştine û çend çekdarên din jî birîndar kirine.