Hêzên ewlehiyê yên Iraqê li cadeyên sereke yên Bexda û Devera Kesk hatin bicihkirin

26 November 2021 14:30 0 dîtin
Hêzên ewlehiyê yên Iraqê li cadeyên sereke yên Bexda û Devera Kesk hatin bicihkirin

PeyamaKurd – Hêzên ewlehiyê yên Iraqê, îro ji ber tirsa xwepêşandanên redkirina proseya hilbijartinan, li cadeyên sereke yên Bexda ya paytexta Iraqê û Devera Kesk hatin bicihkirin.

Tirsa aliyên ewlehiyê heye ku îro Înê ji bo redkirina encamên proseya hilbijartinên giştî yên Cotmeha borî, xwepêşandan destpê bike.

Li gor çavkaniyekî ewlehiyê li Bexdayê ji medyayê re diyar kiriye, li derdora Devera Kesk, hêzên ewlehiyê hatin belavkirin ji bo rêgirtina li her liv û tevgerên neyasayî.

Kesên encama hilbijartinan red dikin, di wê baweriyê de ne ku bi encamên elektronîk ên proseya hilbijartinên giştî hatiye lîstin û daxwaz dikin ku hemû deng bi destan werin jimartin.