Xaneqîn | Terorîstên DAISê êrîsî hêzên ewlehiyê yên Iraqê kirin
PeyamaKurd – Terorîstên DAIŞê, li bajarokê Gulale yê li sînorê Xaneqînê, du caran êrîşî hêzên ewlehiyê yên Iraqê kirin û di encama êrîşan de, serbazekî artêşa Iraqê hat kuştin û sê kes jî birîndar bûn.
Li gor zanyariyên xwecîhî; derengiya şeva din, çekdarên DAIŞê bi dizî ketine nav taxa Şehîdan a bajarokê Gulale û li pira Helwan du êrîş birine ser polîs û serbazên Artêşa Iraqê.
Herwiha hat zanîn: “Di encama êrîşan de, serbazekî artêşa Iraqê hat kuştin û sê serbaz û polîs jî birîndar bûn.”
Li aliyê din, serbazekî Iraqê bi gulleyeke nîşangir, li xaleke kontrolê ya li devera Tarmiye ya bakurê Bexdayê, birîndar bû.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin