Terorîstên DAISê êrîsî hêzên Hesda Esayirî kirin

20 April 2022 10:29 0 dîtin
Terorîstên DAISê êrîsî hêzên Hesda Esayirî kirin

PeyamaKurd Terorîstên DAIŞê li navçeya Qeretepe ya ser bi parêzgeha Diyaleyê ve, êrîşî hêzên Heşda Eşayirî (Heşda Eşîran) ya ser bi hikûmeta Iraqê ve kirin û di encamê de, 4 çekdarên Heşda Eşayirî hatin kuştin û 12 çekdar jî birîndar bûn.

Li gor zanyariyan êrîş şeva Sêşemê 19ê Nîsana 2022an li nêzîkî gundê Keşkolê yê ser bi nahiyeya Qeretepeyê ve hatiye kirin.

Rêveberê nahyeya Qeretepeyê Wesfî Temîmî diyar kiriye: “Çekdarên DAIŞê li gundê Keşkolî êrîşî barageha Heşda Eşayirî kirine, di wê êrîşê de 4 çekdarên Heşda Eşayirî hatine kuştin û 12 çekdarên din jî birîndar bûne.”

Hêjayî bibîrxistinê ye, di nava vê hefteyê de ev sêyemîn êrîşa DAIŞê li ser hêzên Iraqê li sînorê nahiyeya Qeretepeyê ye.