Xurmatû | Terorîstên DAISê êrîsî hêzên Iraqî kirin
PeyamaKurd – Terorîstên DAIŞê li devera Xurmatû êrîşî hêzên Iraqî kirin.
Berpirsê polîsê bajarê Xurmatû Husên Elî diyar kir, derengiya şeva borî ku xelk mijûlî pêşwaziya sersalê bû, çekdarên DAIŞê li gundê Pîr Ehmed ê Xurmatû, êrîşî hêzên Iraqî kirin.
Herwiha wî efserê polîs eşkere kir, piştî ku hêzên Iraqî bersiva êrîşa wan dan, şer derket.
Bi gotina wî efserê polîs, di wî şerî de serbazek birîndar bû, lê li gorî agahiyên zanyariyan, serbazekî din jî birîndar bûye û bi giştî du serbaz di wê êrişa DAIŞê de birîndar bûne.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin