DAISê li Xurmatûyê ji tozbarînê sûde wergirt û êrîsî hêzên Iraqê kir
PeyamaKurd – Hat ragihandin ku îro Duşemê terorîstên DAIŞê li gundekî qezaya Xurmatû ya Kerkûkê êrîşî çepereke artêşa Iraqê kirin.
Li gorî zanyariyên Rêveberê polîsê Xurmatû Emîd Husên Elî, terorîstên DAIŞê îro 23yê Gulanê li sînorê nehiyeya Bostamlî ya qezaya Xurmatû êrîşî birine ser çepereke artêşa Iraqê û li gorî agahiyên destpêkê leşkerekî iraqî birîndar bûye.
Hat diyarkirin ku terorîstên DAIŞê ji hewayê tarî ya bi sedema barîna tozê sûd wergirtine û êrîşî hêzên iraqî kirine.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin