Terorîstên DAISê li Mûsilê êrîsî hêzên Hesda Seibî kirin

24 May 2022 12:08 0 dîtin
Terorîstên DAISê li Mûsilê êrîsî hêzên Hesda Seibî kirin

PeyamaKurd – Terorîstên DAIŞê li Mûsilê êrîşî hêzên Heşda Şeibî kirin û di encamê de heft çekdarên Heşda Şeibî hatin kuştin.

Çavkaniyên ewlehiyê yên li Mûsilê diyar kirin, terorîstên DAIŞê rewşa hewayê û pêla tozbarînê ya li Iraqê weke derfetek dîtine û êrîşî yekîneyên serbazî û ewlehiyê yên Iraqê kirine.

Şaneya Ragihandinê ya Heşda Şeibî eşkere kir, şeva borî hêzeke ser bi Lîwaya 44 a Heşda Şeibî rûbirûyî êrîşeke DAIŞê bûye û li gor daxuyaniyê, êrîş li sînorê navçeya El Hezer ya Mûsilê rû daye.

Herwiha li gorî agahiyan, herî kêm 7 çekdarên Heşda Şeibî hatine kuştin.