Kerkûk | Terorîstên DAISê êrîsî hêzên Iraqî kirin: Kustî û birîndar hene

09 December 2021 12:07 0 dîtin
Kerkûk | Terorîstên DAISê êrîsî hêzên Iraqî kirin: Kustî û birîndar hene

PeyamaKurd – Li devera Sergeran ya Kerkûkê, terorîstên DAIŞê êrîşî hêzên Iraqî kirin û di encamê de kuştî û birîndar hene.

Li gorî zanyariyan, derengiya şeva borî terorîstên DAIŞê êrîşî hêzên Iraqî yên li nahiya Sergeran ya Kerkûkê kirin. Ji ber wê jî şer di navbera her du aliyan de derket û di wî şerî de herî kêm serbazekî Iraqî hatiye kuştin û çendek jî birîndar bûnei lê amarek zelal li ber dest tuneye.

Herwiha kesekî xelkê gundê Lihêban ku nêzîkî Sergeranê ye û xelkê wê Kurd in eşkere kiriye, terorîstên DAIŞê tenê êrîşî hêzên Iraqî kirine û hêzên Pêşmerge di rewşa amadehiyê de ne.