Kerkûk | Terorîstên DAISê êrîsî ser çepereke artêsa Iraqê kirin

28 April 2022 09:27 0 dîtin
Kerkûk | Terorîstên DAISê êrîsî ser çepereke artêsa Iraqê kirin

PeyamaKurd – Terorîstên DAIŞê li sînorê navçeyeke qeza Xurmatû ya Kerkûkê êrîşî ser çepereke artêşa Iraqê kir û di encama êrîşê de, leşkerekî Iraqê birîndar kirin.

Li gor rêveberê polîsê Xurmatû Emîd Husên Elî do bi şev diyar kiriye, îşev li sînorê navçeya Zerge ya ser bi qeza Xurmatû çekdarên DAIŞê bi çeka cureya qenas (çeka nîşangiriyê) gule li çeperên fewca 3 ya lîwaya 52 ya artêşa Iraqê kir.

Herwiha daye zanîn: “Guleyek li serê leşkerekî Iraqê ketiye û birîndar bûye û ew gihandine nexweşxaneya giştî ya Xurmatû.”

Hat zanîn piştî wê, şer û pevçûn di navbera çekdarên DAIŞê û hêza Iraqê de derketiye, lê heta niha hûrgiliyên zêdetir nehatine belavkirin.