Kerkûk | 17 terorîstên DAISê tevî hejmarek çek hatin desteser kirin
PeyamaKurd - Fermandariya Hevbeş a Kerkûkê ragihand ku li Kerkûkê 59 bombeyên çandî hatine desteserkirin û hejmarek terorîstên DAIŞê hatine girtin.
Fermandarê Fermandariya Hevbeş a Kerkûkê Ferîq Elî Ferîcî bi daxuyaniyekê ragihand, hêzên ewlehiya Kerkûkê dest danîne ser 59 bombeyên çandî, 7 çek û 55 guleyên hewanê û 8 katûşayên cûrbicûr.
Elî Ferîcî diyar kir, di heman demê de 17 terorîstên daxwaza wan a girtinê hebû û 60 kesên din ên bi tewanên din jî hatine girtin û herwiha 7 binkeyên terorîstên DAIŞê jî hatine jinavbirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin