Terorîstên DAISê îro li Kerkûkê sivanek revandin
PeyamaKurd – Terorîstên DAIŞê îro li gundekî navçeya Heftexar a ser bi qeza Daqûqê, şivanek revandin.
Qaymeqamê Daqûqê Luyis Fendî diyar kiriye: “Îro di saet 10:00ê serê sibehê de terorîstên DAIŞê şivanek li nêzîkî gundê Mensûr a navçeya Heftexar a ser bi qeza Daqûqê ber bi cîhekî nediyar revandin.”
Herwaha gotiye: “Ew şivan di dema çêrandina sewalên xwe de hatiye revandin û ew şivan bi esil Ereb e, lê ji bo hemwelatiyên rûniştvanên gundê Mensûr kar dike.
Hêjayî gotinê ye, gundê Mensûr yek ji gundên Kurdên navçeya Heftexar a ser bi qeza Daqûq a ser bi parêzgeha Kerkûkê ye.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin