Li Diyale 3 kes ji aliyê terorîstên DAISê ve hatin revandin û kustin
PeyamaKurd – Li parêzgeha Diyale ya Iraqê, 3 kes ji aliyê terorîstên DAIŞê ve hatin revandin û kuştin.
Li gor Berdevkê Polîsê Diyale Nîhad Mihemed diyar kiriye, çend roj berê terorîstên DAIŞê li devera Elbû Ulêw ya nahiya Uzêm li parêzgeha Diyale 3 kes revandin û birin çiyayê Hemrîn.
Herwiha Nîhad Mihemed eşkere kiriye, şeva borî terorîstan ew kesên han gulebaran kirin û kuştin.
Mihemed destnîşan kiriye, ew kesên ku hatine kuştin, cotkar û Ereb bûn û navên wan kesên ku hatine kuştin wiha ne: Ebas Mihemed, Muhsîn Mezlûm û Ebas Fazil.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin