Li Kerkûkê 3 polîsên Iraqî ji aliyê terorîstên DAISê ve hatin kustin

13 February 2021 13:04 0 dîtin
Li Kerkûkê 3 polîsên Iraqî ji aliyê terorîstên DAISê ve hatin kustin

PeyamaKurd – Li parêzgeha Kerkûkê, terorîstên DAIŞê êrîşî polîsên Iraqî kirin, di encamê de herî kêm 3 polîs hatin kuştin.

Li gor fermandeyekî polîsê Iraqê diyar kiriye, terorîstên DAIŞê li devera Wadî Şay li başûrê bajarê Kerkûkê, êrişî polîsên Iraqî kirin û di wê êrişê de, 3 polîs hatin kuştin.

Herwiha, li başûrê Mûsilê jî bombeyek bi hêzên Iraqî de teqiya. Di wê teqînê de 4 serbaz birîndar bûn.

Do jî li Daqûq, di êrîşa DAIŞê de, 2 polîs hatin kuştin û 2 polîs jî birîndar bûn.