Medyaya Tirkiyê: Fermandarekî Iraqî yê ku li Kerkûkê gotibû “Me balafira bêpîlot a Tirkiyê xist xwarê” hat desteserkirin
PeyamaKurd – Nûçeyên di çapemeniya Tirkiyê de cih girtine diyar dikin ku Alîkarê Fermandarê Berevaniya Esmanî ya Iraqê Tûggeneral Abdul Selam Ramazan ji ber daxuyaniyên ku piştî xistina balafira hewayî ya bêmirov daye, hatiye desteserkirin û lêpirsîn hatiye vekirin.
Balafira bêmirov a Aksungur a Tirkiyeyê li Kerkûkê ji aliyê Hêzên Parastina Hewayî ya Iraqê ve hat xistin. Daxuyaniyên Alîkarê Fermandarê Giştî yê Parastina Hewayî ya Iraqê Tûggeneral Abdûl Selam Ramazan ên piştî xistina balafira hewayî ya bêmirov di rojevê de bûn.
Di nûçeyên medyaya Tirkiyê de, piştî xistina balafira bêbalafirevan, pêwendiya di navbera Iraq û Tirkiyê de çêbûye. Hate diyarkirin ku di encama hevdîtinên li ser asta îstîxbarat, parastin û karên derve hatine kirin de Abdûl Selam Ramazan hatiye desteserkirin û lêpirsîn hatiye vekirin.
Berevajî daxuyaniya fermî ya destpêkê ya Odeya Operasyonên Hevbeş wî got, "Me tenê dît ku UCAV ket."
Li gorî nûçeya rojnameya Turkiyeyê, Generalê xanenişîn ê Iraqê Abdusselam Casim diyar kir ku li pişt bûyerê Kays El Xezelî yek ji rêveberên Heşdî Şeibî ye.
Li gorî nûçeyê, xistina balafira bê firokevan ji aliyê komên çekdar ve bi armanca têkbirina têkiliyên navbera Iraq û Tirkiyê hatiye kirin.
Îro 29.08.2024ê demjimêr 11:00ê li Kerkûkê balafireke bêbalafirevan ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hat xistin û bû 3 parçe. Yek ji wan parçeyan li cadeya Kudus a Taxa Tîsînê, yek li baxçeyê malekê, yê din jî li taxeke din a Kerkûkê ket.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin