'Tirkiyê ji bo hinardeya petrola Kurdistan û Kerkûkê 6 merc pêskesî Iraqê kirine'

27 August 2023 12:38 0 dîtin
'Tirkiyê ji bo hinardeya petrola Kurdistan û Kerkûkê 6 merc pêskesî Iraqê kirine'

PeyamaKurd – Hate ragihandin ku Tirkiyê ji bo ji nû ve destpêkirina hinardeya petrola Kurdistanê bi ser xeta borûya Ceyhanê de, 6 merc pêşkeşî hikûmeta Iraqê kirine.

Endamê Komîteya Petrol û Gazê ya Parlamentoya Iraqê Sebah Subhî ji rojnameya Sebah a Iraqê re eşkere kir ku Tirkiyê 6 ​​merc ji bo destpêkirina hinardekirina petrola Kurdistanê pêşkêş kirine, di nav de kişandina giliya duyem ê hikûmeta Iraqê bo Dadgeha Navdewletî ya Hakimtiyê ya Parîsê jî heye.

Sebah Subhî bal kişand ser serdana Iraqê ya Wezîrê Derve Hakan Fîdan a Iraq û Herêma Kurdistanê û diyar kir, 6 merc ji bo dubare destpêkirina hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê û Kerkûkê bi rêya bendera Ceyhanê hatine pêşniyar kirin.

Sebah Subhî gotiye, şanda Tirkiyê daxwaza 13 dolar li ser her bermîlekê kiriye, wek lêçûna veguhestina petrolê bi rêya boriya petrolê û daxwaza vekişandina giliyê duyem ê hikûmeta Iraqê bo Dadgeha Navdewletî ya Hakimtiyê li Parîsê kiriye, ku tê de daxwaz ji Enqerê dike Iraqê ji bo salên 2014 – 2018an qerebû bike.

Rayedarên Enqerê di hevdîtinên xwe yên li gel hikûmeta federal a Iraqê de, li hember hinardekirin petrola Kurdistanê, daxwaza mafên darayî yên kompanyayên Tirkiyê kirine ku ji bo her bermîlek petrolê 7 dolar e.

Ligel van her sê mercan, şanda Tirkiyê 3 mercên din ji bo hinartina petrola Herêma Kurdistanê û Kerkûkê ji rayedarên Bexda û Hewlêrê re pêşniyar kirine û danûstandin li ser wan berdewam in.

Sabah Subhî di wê baweriyê de ye ku rewş erênî ye ji bo dubare hinardekirina petrola Kurdistanê bi rêya bendera Ceyhanê, bi taybetî ji ber zextên aborî yên ku li ser hikûmeta Tirkiyê hene, ku rê dide wan lihevkirinê bikin, ku Tirkiye dê sûdê ji mafên darayî yên ku di encama hinardekirina petrola Kurdistanê de, werbigire.

Wezîrê Derve yê Tirkiyê Hakan Fîdan roja 24ê Tebaxê bi serokatiya şandekê gihîştibû Hewlêrê û ligel Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî civiyabû. Serokwezîr Mesrûr Barzanî jî di konferansa rojnamevanî ya hevbeş de ragihand, wan bi Wezîrê Derve yê Tirkiyê û şanda pê re li ser destpêkirina hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê gotûbêj kirin.

Di heman rojê de, Serokwezîr Mesrûr Barzanî di parvekirinekê de li ser tora civakî ya Xê (Twitter) ragihand: “Me ligel Wezîrê Enerjî û Çavkaniyên Sirûştî yê Tirkiyê Alparslan Bayraktar behsa pêwîstiya destpêkirina hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê bi rêya Bendera Ceyhanê ya Tirkiyê û nehiştina hemû astengiyên li ber vê mijarê kirin.”

Hêjayî gotinê ye, ji 25ê Adara borî heta niha hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê bi rêya Bendera Ceyhanê ya Tirkiyê rawestiyaye, li gor rêkeftina navbera Hewlêr û Bexdayê, pêwîst e Herêma Kurdistanê rojane 400 hezar bermîl petrol radestî Somo bike, li hember vê jî, mafên darayî yên Herêma Kurdistanê ji aliyê Bexdayê ve werin dabînkirin.