Wezîrê Iraq û Tirkiyê ji nû ve destpêkirina hinardeya petrola Kurdistanê gotûbêj kirin

22 August 2023 21:03 0 dîtin
Wezîrê Iraq û Tirkiyê ji nû ve destpêkirina hinardeya petrola Kurdistanê gotûbêj kirin

PeyamaKurd – Wezîrê Petrolê yê Iraqê Hayyan Ebdulganî, serdana Tirkiyeyê kir û li Enqereyê bi Wezîrê Enerjî û Derametên Sirûştî yê Tirkiyê Alparslan Bayraktar re civiya.

Piştî civînê Wezareta Petrolê ya Iraqê ragihand ku mijara ji nû ve destpêkirina hinardekirina petrola Kurdistanê bi ser Tirkiyê de hatiye gotûbêjkirin.

Hate diyarkirin ku piştî temamkirina temîra borûya petrolê ya di erdhejên meha Sibatê de xisar li ser çêbûbû, dê hinardeya petrola herêma Kurdistanê ji nû ve were destpêkirin.

Herwiha di hevdîtinê de, hatiye destnîşankirin ku di warên enerjî, petrol, gaz û elektrîkê de hevkariya navbera herdu welatan were zêdetirin.

Hêjayî bibîrxistinê ye, sibe 23yê Tebaxê jî Wezîrê Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan serdana Bexdayê dike.